⦁ Gelek terapîst hene, hewl didin her dem rûgeş, rûken, sîmpatîk tevbigerin. Rast e derûnnas kesên rûnerm in, aramî di hinava wan de heye yan divê hebe. Divê kêm-zêde 150 katjimêr terapî wergirtibin. Terapîst mecbûr in beriya dest bi kar bikin, xwe jî terapî bikin. Lê ev têr dike? Helbet na. Klîent ji terapîstên rûnerm, sîmpatîk hez dikin, li wan digerin. Ev di têkiliya terapiyê de kêşeyan dertîne. Terapî rûbirûmayîn e, konfrontasyon e. Li jûra (odeya) terapiyê, qîrîn, zarîn, xwêdan, teqînên hestyarî hene. Çawa emeliyat bêî êşê nabin, derûndermanî jî wisa ye. Lê em ê di akademiya xwe de sîmpatiyeke bi însiyatîv pêşkêş bikin, birêkûpêk perwerdeyan organîze bikin.
⦁ Derûndermaniya online bi etîk, dîsîplîn, pisporiyê tê kirin. Terapîst divê herî kêm pênc xulek berê amade be. Nikare bi kincên malê tevlî online-terapiyê bibe. Em nabêjin bila krawat girêbide, lê pîjama, stûvekirin, benîşt cûtin, berçavkên tavê hwd nabin. Divê kinceke normal be, porê xwe şehbike. Li pişta wê/wî foneke notral hebe. Ti tişta bala nexweş erênî/neyînî bikişîne, divê di ekranê de neyê xuyan.
⦁ Ji bo parastina daneyan em ê sîstema “jimare, kod an şîfre” daynin. Nexweş tenê di destpêkê de navê xwe dide birêveberê terapiyê, xwe tomar dike, piştre ne mecbûr e, paşnav an telefon ûêd.ên xwe bide. Bi koda xwe tevlî online-terapiyê dibe.
⦁ Çi online, çi rûbirû bi giştî di terapiyê de aksesûar qedexe ne. Jixwe li tevahiya klînîkên Almanya ev wisa ye. Gustîl, saet, guhar, gerdan, piercing ên dîtbar, qedexe ne.
⦁ Heger terapîst mecbûr e dikare avê vexwe. Lê divê ji nexweş destûrê bigire. Bi giştî di dema terapiyê de (çi derûndermanî, çi terapiyên Gestalt), xwarin-vexwarin qedexe ne.
⦁ Di odeya terapiyê der aramî, bêdengî, notralî divê hebin. Beriya klîent bikeve odeyê, divê terapîst ser mêzeya xwe paqij bike, ti tiştekê ji klîentên berê nehêle. Hin hene wêneyên malbat, zarokên xwe bi bûroyê ve dikin. Ev ti carî nayê qebûlkirin, heya bixetere ye jî. Em hemî ji tecrûbeyan dizanin.
⦁ Carnan di terapiyê de dibe ku terapîst bo kêliyekê derkeve derve. Di rewşên wiha de, divê derê odeyê vekirî bihêle. Ev him klîent kontrol dike, him jî ji xemê dûr dixe. Ji tecrûbeyan e.
⦁ Klîent gelek caran ji odeyên terapiyê tiştinan bi dizî dibin. Ev nîşaneya xêrê ye. Wate, nexweş qîmetê dide we. Ti carî tiştinên xwe yên biqîmet li meydanê nehêlin. Nexweş ji van materyalan hêzê digire. Hat bîra min ku yekê kevirek min ê rengîn biribû, dema diçe ser pireyê ku xwe bavêje, destê wê diçe vî kevirî û min û gotinên min dide bîra xwe. “Derê xwe bigirin, cîranan jî akademiyê jî sûcdar nekin”.
⦁ Wergêr. Rola tercûmanan gelek girîng e. Em ê li ser viya qursan, perwerdeyan lidarbixin. Heya ji me hatiye divê rê nedin ku wergêr terapiyê parçe bike. Em ê peymannameyeke cuda bo wergêran amade bikin.
⦁ Terapîst terapiyê dike, bo vê perwerde dîtiye, karê wan ev e. Nikarin karên din bikin. Bo mînak nikarin ti carî rola bijîşkên somatîk werbigirin. Mixabin hin hene viya dikin. Min di medyaya civakî de kes dîtine, ji dermanê keçeliyê heya li Tirkiyeyê diranên erzan li kû tên çêkirine, agahiyan didin û ev kesana herwiha tîtreya ´derûnnas´ bikartînin. Pirr şerm e. Zanîna me hebe jî mafê me nîne em ji hewşa xwe derkevin. Dermanpêşniyarkirin, ji saziya kar re name nivîsîn, masajkirin hwd qedexe ne.
⦁ Terapî divê di cih û dema xwe de bibe. Terapiya rûbirû tenê dikare li odeya terapiyê bibe. Li kafeteryayan, parkan, daristanan nabe. Heger terapîst pêwîstî ditiye ku bi nexweş re derkevin derve, divê birêveber agahdar bikin û ji hewşa xaniyê terapiyê dernekevin. Hûn dizanin ev bi xwe re pirsgirêkên mezin heya xeterdar tîne. Heger li kolanê nexweş ket an tiştek hat serî, sîgortayên nexweşan pere nadin û terapîst dikare bê darizandin. Herwiha divê seansên online jî rûbirî jî di nava demên guncav de bên kirin. Mirov nikare bo mînak katjimêr 24:00an de nexweş aciz bike. Ev qedexe ye, dijî norman e.
⦁ Dilê me xwest jî, em nikarin seansan dirêj bikin. 10-15 dq carnan dirêj dibin, ji ber ku xebatekê kêm dimîne, yan derûnnas dixwaze piştî teknîka screen nexweşê xwe aram bike hwd. Lê bi giştî ev jî dijî norman e, em nikarin.
⦁ Terapîst nikare behsa xwe, derdê xwe, jiyana xwe bike. Nikare reklama kargeha xwe bike, karta xwe ya prîvat bide. Min terapîstekî Azerî naskiribû, ji bo li Almanya bimîne li jineka dewlemend digeriya. Ji nexweşan re digot: “Ez ne zewicî me, dikarî yekê ji min re bibînî?” Mafê me nîne em bi derdên xwe klîentan aciz bikin. Û ev eybeke mezin e.
⦁ Îgnorant û bêxem nînin em. Lê ne ew kesan in ku derdên nexweşan bigirin ser xwe jî. Gelek terapîstên Bakur dîtine, dilê wan bi nexweşan şewitîne, ji wan re xanî, kar geriyane. Di akademiya me de dê şêwirmendên civakî jî hebin. Ew ê alîkarî bikin, ne ku terapîst. Û em naxwazin serê xwe bikin belaya Yekîtiya Psîkoterapîstên Alman. Min gotibû ev yekîtî ne normal e, di destên lobiyan û elîtan de ye û li qurbanan digere. Qurbanek dîtin, bo reklama xwe, bo ku bêjin “karekê dikin”, malê lê mîrat dikin. Mînakek bidim: Seroka yekîtiya eyaletekê 30 sal in li ser kar e, cihê xwe dide keçika xwe. Û mêrê wê jî xwediyê lobiyeke navdar a tenduristiyê ye. Ji bo berjewendiya holdînga mêrê xwe, zagonên eyaletê yên tenduristiyê dan guhertin. Êdî hûn hesab bikin. Kî gotiye li Almanya gendelî, lobîgerî, krîmînalîteya elîtan nîne?
⦁ “Sirrên, agahiyên dizî yên hevpar” qedexe ne. Nekevin bin vî barî. Carnan klîent me dixin kemînê, agahiyên dizî ji me re dibêjin. Divê em bidin hîskirin ku em ne heval, dost, lêzimên wan in. Xeterdar e. Tiştek bû hûn dibin şirîk. Bo nexweş ne xem e, heya kêfê dide ku terapîst xistiya nava meseleyan. Min alîkariya Kurdekî kiribû. Zilam diviyabû bihata malnişînîkirin lê mafên xwe nedizanî. Ya min kiribû şaş bû helbet. Piştre zilam ji hemî saziyan re got ku Winzer rê nîşanî min daye. Malnişînîbûna wî hinekê dereng ket, îcar jî giliyê min kir. Serê min gelek pê re êşiya.
⦁ Ti carî riya “bi hev ve girêdayîna dualî” venekin. Bimesafe bin da klîent rojê deh caran li derê we nede. Bi taybetî nexweşên me yên Kurd hinekê rûnermiya me dît, rêza me nagirin. Ev ji derûniya bindestan e. Elîmîne karmendên serdestan biqîre ser wan. “Bimesafebûneke hûmanîst” dê felsefeya akademiya me be.
⦁ Hûn dikarin herî zêde -heger nexweş destûr da- pê destên nexweşan bigirin. Ti carî destên xwe nedin derekê wan ê din. Hager bo mînak we destê xwe li pişta wan an porên wan dabin, kurtepistê dikin û ev jî ziyanê dide têkiliya terapiyê.
⦁ Her tişt dikare bibe lê bi baweriya nexweş nayê lîstin. Hin derûnnasên Bakur bêxemî dibêjin “tu terapî nebî, nikarî sax bî”, “teqez divê alîkariya derûnî werbigirî”. Kî gotiye ev rast e? Min bi hezaran Kurdên girantrawmatîzebûyî dîtin ku hîç terapî nedîtibûn jî sip-saxbûn. Şerm e ku em tiştinên wiha bêjin. Wezîfeya me ye ku em her dem “alaya hêviyê bilind bigirin”.
⦁ Terapîst nikare bi Derûn Akademiyê re bikeve konkûrensê (rikberî, reqabet). Ji aliyê zagonên kar ve jî ev qedexe ye. Mirov li dikanekî xebitî, nikare bi dikanê re bikeve reqabetê. Him fedî ye, him jî qedexe ye. Helbet karên terapîstên me ji xwe hene. Lê bo mînak dema ji me re online-terapî kirin jî, divê wekî kargeha xwe tevbigerin.
⦁ Sûpervîzorekî me heye. Em ê birêkûpêk etîk û qalîteya karên akademiyê berçav re derbasbikin.
didome
19.07.2022
Darius Winzer
© Alle Rechte vorbehalten für Derûn Akademie gUG (haftungsbeschränkt) i.G., Interkulturelle Psychologie-, und Beratungsakademie
Freigegeben von Darius Winzer, 10.02.2023, Protokoll-Nr.: iG004