Slider – 3
Slider – 2
slider1

Gotarên me

Manîfestoya Etîkê ya Derûn Akademiyê bo Gotûbêjê – Beşa 1.

Dema mehremiyetê çiye?
Bi rastî Kurdiya wê çiye nizanim. Bi Almanî “Abstinenz Gründe” dibêjin. Ango “sedemên dûrbûyînê”. Dema klîent/nexweş ji cem me çûn, terapiya wan bidawî bûn, heya demekê em nikarin bi wan re têkiliya normal daynîn. Li hin eyaletên Almanya ev du, hinan sê û li hin eyaletan jî heya pênc sal in. Min ev bi navê “Dema Mehremiyetê” binavkir. Dema mehremiyata klîent, nexweş. Di vê demê de nexweş digihê wê encamê ku terapîst êdî ne terapîstê wê/wî ye. Dema yek ne terapîstê mirov be, mirov dikare pê re têkîliyên normal dayne. Di dema mehremiyetê de, terapîst mecbûr in dûrbûnê, mesafeyê bixin nava xwe û nexweş. Heger viya nekin dikarin bên darizandin heya zîndanîkirin.

Çima manîfestoya etîkî?
Beriya ku em dest bi çi rûbirû, çi jî online terapiyê bikin, divê xal bi xal rênameya, yan a rastî peymannameya me ya etîka xebatê bidawî bibe. Akademiya me ne li Almanya, li welatek din ba jî, me yê heman tişt bikira. Lê divê bête zanîn, li Almanya etîka xebatê bi zagonan hatiye destnîşankirin. Bi taybetî derûnnas, şêwîrmendên derûnî yên ji Tirkiyeyê li me digerin, dixwazin tevlî me bibin, divê manîfestoya me nas bikin, paşerojê de îmze bikin. Beî îmzekirin, online be jî, em kesî tevlî terapiyan nakin. Helbet psîkolog baş dizanin etik çiye, mirov di odeya terapiyê de çawa tevdigere. Helbet baş dizanin ku dema mirov li kargehekê dest bi kar kir, li gel karnameyê divê mirov mercên taybet ên kargehê jî îmze bike.

Mercên derûndermaniyê (psîkoterapî) ji ber gelek serpêhatiyan, lêkolînan, ceribandinan derketiye holê. Bi klîentan re dikare astengdariyên kesayetiyê jî hebin. Carnan dikare terapî bi neyînî jî bidawî bibe. Armanca mercên etîkî di serî de parastina klîent (an nexweş) be jî, herwiha terapîst bi xwe jî diparêze.

Di konsepta derûndermaniya navçandî de hin tişt hene hê jî baş nehatine rohnîkirin. Yek, derûndermaniya navçandî jixwe nû ye, du, derfetên perwerdeya wê kêm in. Erê em bi hesasiyeta çandan nêzîktêdayîn li nexweşan dikin, lê car heye nexweş viya sûîstîmal jî dikin. Li diyasporaya Kurd, îmaja derûnnasan -gorî nexweşek gotibû- bi giştî wiha ye: “Psîkologên Alman sar in, du deqe jî guhdarî nakin. Mirov hinekê dereng hat seansê, mirov qebûl nakin. Hema dibêjin jin an mêrê xwe berde, werzîşê bike. Mirov dişînin wêne yan peykerçêkirinê. Ma em ti hunermend in! Derûnnasên Kurd ne wisa ne, germ in. Deh caran jî li deriyên wan bidî, aciz nabin”. Çi xweş. Lê herî zêde jî nexweşên biyanî giliyên me dikin. Heger daxwazek wan bicih nehat, dikarin mala psîkolog jî mîrat bikin. Li cem nexweşên Tirk daxwaza sereke ´malnişînîbûn e”. Hema dibêjin “min malnişîn bikin”. Li cem Kurdan jî berevajî wê, mafên xwe nizanin, dema derûnnas mafên wan ji wan re got, alîkariya wan kirin jî, ji derûnnasan re kêm rêzê digirin, miameleya hevalê qehwexaneyê dikin.

Kurdên jin, ên ji hin parêzgehên Bakur hene ku naxwazim navên wan parêzgehan bidim, gelek û gelek bêrehm tevdigerin li dijî derûnnasên Kurd. Êdî ewqas e ku dema yek ji wan jinan hat klînîkan, em hewl didin ku xwe biparêzin da ew zirarê nedin me. Ew jiyana xwe li klînîk û dadgehan de derbas dikin. Ne tenê giliyên psîkologan dikin, giliyê mêrên xwe jî dikin. Em jê re dibêjin “qezenca sekondar a nexweşiyê”. Ev dînamîk li cem wan gelek rûdide. Ango ji nexweşiya xwe qezencê werdigirin.

Hela ku sûcdarkirinên exlaqî
Werin em behsa xetereya herî mezin jî bikin. Li Almanya salê kêmzêde giliyê 600 terapîstan tê kirin ku di terapiyê de sînorên zayendî derbaskirine. Ev tenê bo zayendiyê ye. Bi gotineke din, 600 nexweş ji helwesta terapîst aciz bûne, viya wekî hewldan an destdirêjiyeke zayendî (seksî) dîtine. Gorî statîstîkan, li Almanya 12%ê derûnnasan bi sedema sînorderbaskirina zayendî hatine sûcdarkirin. Kivşe ye ku ne hejmareke kêm e. Piştî lêpirsîn an darizandinan nêzîkî 98%ê terapîstan bêsûc hatine dîtin. Nêzîki 1% jî helwesta xwe ya di terapiyê de şaş dîtine û lêborîn xwestine. We jî dît ku mesele ne ji terapîstan e. Terapîst çi ji destên wan hatine dikin. Mesele di klîentan de ye. Hin dîagnoz hene ku terapîstan wekî “mirovê herî taybet” dibînin û ewçend hesas in ku ji yek nêrîn an gotinekê dişkên. Îcar, dixwazin heyfa serpêhatiya xwe ji terapîst derînin. Helbet hemî terapîst bi van dizanin, perwerdeya wê dîtine. Lê em dîsa jî manîfestoyek ava bikin, da bila dubare bê zanîn.

Pîvanên destdirêjiyê çine?
Helbet tunin. Sûbjektîv in. Yek dikare bêje “te bi seksî li min nêrî, ev destdirêjî ye”, yek dikare bêje “te ji min re got tu rind î, ez viya wekî destdirêjî dinirxînim”. Carnan di terapiyê de mirov mecbûr dimîne, destê xwe bide klîent û pirranî jî ji viya qewetê werdigirin, bi xweşî wan diçe. Lê hin dîagnoz hene divê mirov gelek û gelek baldar be. Wekî mobîngê, êrîşên seksî de, divê qurbanî bi xwe sînorên xwe kivşe bikin. Zagonên cezayê yên Alman jî vê prînsîbê dipejirîne. Gorî qûrbanî heger bawer dike ku li dijî wê/wî mobîng an êrîşeke seksî pêk hatiye, nexwe wisa ye. Û li hember dadger pirsa “gelo ma bawerî bi nexweşan dibe” nayê pirsîn û heya bigire ev sûc e jî.

Xal bi xal naveroka manisfestoya me ya etîkî
⦁ Heger terapîst di destpêka dermankirinê de nexweşê xwe baş li ser pêvajoya psîkoterapiyê û lêçûnên tê de agahdar neke, ev dikare serêşê çêke. Pêdivî ye ku ew agahdarî bide ka çima terapî hewce ye, çi celeb terapî tê kirin, çi rêbaz têne bikar anîn, kîjan dermanî bo çi demê divê bikarbîne, çi xetere dikarin derkevin holê û çi alternatîfên vî celebê dermankirinê hene. Wekî din, divê ew di derbarê aliyên pratîkî de jî agahdarî bide, wek mînak danişînek çiqas dirêj dike, çend caran danişîn çêdibin û heke nexweş neçar be randevûyekê betal bike çi qaîdeyên wê hene, nemaze kengê xercên betalkirinê têne hesabkirin û bihayê wan çiqas e hwd.

⦁ Heger psîkoterapî bi profesyonelî û li gorî zanîn û standardên nûjen neyê kirin, di teşhîs an dermankirinê de xeletî têne kirin. Ev jî tê vê wateyê ku terapîst mecbûr e bi rêkûpêk beşdarî perwerdehiyên bibe, kalîteya bilind a dermankirinê mîsoger bike. Lêbelê, ger ku derman negihêje pêşkeftinên tê xwestin, ne hewce ye ku di dermankirinê de xeletiyek hebe. Ji ber ku her çend derman bi profesyonelî were meşandin jî, garantiya serkeftinê tune. Heke hûn wekî nexweşek di derheqê awayê pêkanîna dermankirinê de gumanên we hene, çêtir e ku hûn bi terapîstê xwe re bipeyivin an bi navendek şêwirmendiya pispor re têkilî daynin.

⦁ Dema ku hêviyên nerast an jî sozên nerast bo başbûn an dermankirinê ji nexweş re têne dayîn, “têkiliya derûndermaniyê” pûç dibe.

⦁ Dema ku terapîst li hember nexweş û malbata wê/wî bi rêz û hurmet tevnegere, wek nimûne bi devkî destdirêjî an heqaretê li wan bike, atmosfera şematîk a malbatê xerab dibe. Bo mînak, “mêrê xwe yê teral berde”, “xwesiya te derewkar e, tu jî diranên wê yên porselen neşo û ew rêzê heq nake”, “jina te ne layiqê te ye”, “Mûşî qurre, Vartoyî pozbilind in”, “eşîra jina te ne welathez e” hwd.

⦁ Dema ku terapîst ji hêla siyasî, îdeolojîkî an olî ve nexweş teşwîq dike yan didarizîne, herwiha “têkiliya derûndermaniyê” şêlû dibe. Bi hîç awayekê em nikarin van nasnameyên nexweş gotûbêj bikin an nasnameyên din empoze bikin.

⦁ Terapîst divê ji bawerî, nezanî û bêçaretiya nexweşan sûdê wernegirin û herwiha ji têkiliya xwe ya bi nexweşan re jî sûdên şexsî û aborî wernegirin. Ji ber vê yekê divê terapîst dîstanseke pisporî (dûrbûn, mesafe) dayne nava xwe û nexweş.

⦁ Jûrên (ode, xurfe) terapiyê divê ji yên din dûr bin, ji cihê jiyana taybet a terapîst werin veqetandin. Odeya terapiyê divê dûrî odeya razanê, daşir, kulîn (metbax, kûxniya), serşok ûêd be.

⦁ Terapîst nikarin bi nexweşan re derkevin derve, minak bo xwarin, qehwe an beşdariya şahî yan çalakiyên taybet. Heger ji we re vexendnameyek bo dawetê hatibe, divê berê mîsoger bikin ka li wir nexweşên we hene yan na. Heger mecbûr in biçin jî, divê li wir ji xeynî silavwergirtinê ti têkiliyek bi nexweşan re daneynin û viya di protokolên danişînan de tomar bikin.

⦁ Hûn nikarin tu diyarî, xêrxwazî ​​an mîrasek ji wan qebûl bikin, ne jî daxwaz bikin. Heger nexweş xwarineke li malê çêkiriye aniye, yan ji we re şalgerdanek ristiye, viya dikarin qebûl bikin. Heger redkirina we ya diyariyê bi neyînî bandorê li nexweş dike, qebûlkirin baştir e. Pîvan ev e: Hûn dikarin bi bihayê xwarinekê li restoranek bipejirînin. Sal bi sal yekîtiya terapîstan vê sînorê tesbît dike. Bo mînak sala 2019an ev sînor 25 € bû. Mînakek bidim? Nexweşan di nava xwe de pere kom kirine, ji psîkolog re gomlekek kirrîne. Bihayê gomlekê 29,99 € bû. Ji ber ku 4,99 € zêde ye, serê hevalekî ketibû belayê. Me di protokolên terapiyê de tomar kir û şefê klînîkî agahdar kir, da giliyek hebe, destê heval xurt be.

⦁ Hûn nikarin bi nexweşên xwe re şirîkiyê, bazirganiyê bikin, xaniyên wan kirê bikin an xaniyên xwe bi kirê bidin wan.

⦁ Hatiye serê hemî terapîstan ku nexweş carnan dil dikevin me. Hin hene viya bilêv dikin, hin jî qet nakin. Bi profesyonelî tevbigerin. Heya dema mehremiyetê derbas nebûye, hûn jî nikarin dil bikevin nexweşek an bi wan re bizewicin. Helbet hûn viya nakin, lê xwe ji xetereyan biparêzin. Hin dîagnoz hene, bersîva evîna xwe negirtin, dixwazin mala terapîst mîrat bikin. Bi taybetî li dijî ICD F22.0, F25.0, F60.4, F62.0 gelek hişyar bin. Dema ku sînorderbaskirinek wiha rû da, yekîtiya terapîstan û dozger li we dozê vedikin, saziyên mafên mirovan beşdarî giliyan dibin, ji Xala §174c a Qanûna Cezayê tên darizandin. Sûc tesbît bû ji xeynê betalkirina bawernameyên we, ji 3 meh heya 5 salan cezayê zîndanê li we tê birrîn.

Mixabin di vir de ti rehmê li terapîstan nakin. Herçendî nêzîkî 99%ên terapîstan bêsûc tên dîtin jî, rojname, TV bi rojan mobîngê dikin. Min psîkiyatrîstekî nas kir ku bêsûc hatibû dîtin, heya bigire nexweş bi xwe jî sûcê xwe pejirandibû, dîsa jî nedigirtin kar. Hevjîna zilam wî berda, zarokên wî hemî nexweş ketin. Zilam çû welatekî din ji nû ve dest bi jiyanê kir. Herçiqas bêsûc hatibûn dîtin jî, kesan xwe kuştin, malbatên wan belawela bûn. Hin hiqûqnasan ev yeka han rexne kirin lê biserneketin. Bizanibin Yekîtiya Psîkoterapîstên Alman, ji bo reklama xwe carnan li qurbanan digere. Pirraniya psîkologan ji Yekîtiyê ne razî ne, lê Yekîtî di destên elîtan de ye, kes newêre dengê xwe bike.

⦁ Klîentên ne balix in ji aliyê terapîstên zarok û ciwanan ve tên terapîkirin. Em ê jî wisa bikin. Lê gava em mecbûr man jî, divê gorî zagon û norman bi dê-bavan re terapiyê plan bikin, bêî destûra dê-bavan, em ê terapiyê qebûl nekin.

⦁ Em nikarin di xebata xwe de zimanê “tu” bikarbînin. Bes dikarin bo kesên ne balix in bikarbînin.

⦁ Erê em dizanin, ewlekariya daneyên nexweş yek ji berpirsiyariyên me ye. Li klînîkên Alman gotinek pirr tê bilêvkirin: “Daneyên nexweş ji nexweş girîngtir in”. Anonîmî divê hebe. Em nikarin kompûtera xebatê bo şexsê xwe bikarbînin. Nikarin emaila xwe ya taybet binêrin. Nikarin tistekê şexsî kopî bikin, nikarin USB bikarbînin. Beriya em bûroyê biterikînin divê hemî çopên xwe yên kaxezî îmha bikin, li ser maseyê tiştekê nehêlin. Yek raporek nexweş ji aliyê kesek ve bê dîtin, serê me dikeve belayê. Nikarin ti daneyek bi xwe re bibin malê hwd.

⦁ Nexweş heya ku jiyana xwe yan kesekî din nexe xetereyê destûr nîne ti terapiyek an tiştekê mecbûrî bikin.

⦁ Berpirsiyariya aşbûnê, bi Almanî “Schweigepflicht” yek ji hîmên sereke yên derûndermaniyê ye. Dualî ye. Em vê peymanê îmze dikin ku herdu alî (terapîst û nexweş) bi awayekê sond dixwin da bi giştî têkiliya terapiyê û daneyan biparêzin, ji kesî re nebêjin. Qanûn ne nexweşan lê terapîstan berpirsiyar dike. Nexweş dikare vê berpirsiyariyê bicih neyne, lê terapîst nikare, cezayê wê heye. Carnan babetên wijdanî derdikevin holê. Bo mînak nexweşek min hebû, destdirêjiya keça xwe dikir û ji min soz xwest ku ez giliyê wî nekim. Qanûn an wijdan? Helbet em jî ne bêçare ne, min ne giliyê wî kir, ne jî bêwijdanî kir. Di dawiyê de zarok terapî dît û zilam jî hat girtin. Lê çi dibe bila bibe, em nikarin giliyê nexweş bikin.

⦁ Yekgirtiya, yekbûna terapiyê. Ev jî himeke sereke ye. Terapî divê neyê parçekirin. Terapî proseseke yekgirtî ye, di nava nexweş û terapîst de ye û kes an tiştekê divê nekeve nava wan, parçe neke. Carnan wergêr, hemşîre, bijîşkên malê, karmendên saziya xebatê, endamên malbatê ûêd dixwazin pozê xwe tevlî terapiyê bikin. Ev bi xwe re xetereyan tîne, terapiyê pûç dike. Divê em di vî warî de qursan lidarbixin, gorî çanda Kurdî normên xwe kivşe bikin.

⦁ Dîsîplîn an edeba terapiyê. Mixabin di vî warî de kaosek heye. Nexweşên Kurd miemeleya hevalê qehwexaneyê bi terapîstan re dikin. Samîmiyet û rûgeşiya me sûîstîmal dikin. Di wextê de nayên danişînê, di seansê de siyasetê dikin, bêî randevû li deriyan didin, telefonên xwe yên berikê (mobile, Handy) vekirî dihêlin, xwe dixwirînin, pirsên taybet ji terapîstan dikin hwd. Di vî warî de pêwîstiya me bi qursan heye. Em çawa tevbigerin? Gorî normên Ewropa yan normên me çine? Nexweşên me yên jin ên Tirk di seansan de goran dirisin, makyaja xwe nû dikin. Dibêjin “mamoste guhê min li ser te ye”. Em çawa tevbigerin li dijî Kurdan?

⦁ Mafê nexweş heye hemî protokolên terapiyê bixwînin, kopî bikin. Dikarin tevahiya dosyaya xwe jî kopî bikin. Mafê wan e hin tiştan jêbibin. Dema ji me re gotin “ez naxwazim hûn vê serpêhatiyê di protokolan de tomar bikin”, em mecbûr in bi gotina wan bikin. Îcar hin nexweş hene viya bo kêfê dikin. Ev jî wextê me digire. Hîstriyonîk gelek viya dikin. Bêwext tên bûroyê, daxwaza dosyayê dikin. Bêjî na, dikarin gilî bikin. A rastî armanca wan bes balkişandin e. Divê em bi hev re normên effektîv bibînin.

⦁ Ne DSM, ICD. Li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê DSM bo klasîfîkasyonê tê bikaranîn. Lê ji ber ku akademiya me li Almanya ye, em ê jî ICD bikarbînin. Me derfet dît em ê bêpere ji her terapîstek akademiya me re versiyona dawî bişînin.

⦁ Terapîstên me divê kopiyeka “pejirandina naskirina fermî ya bawernameyên xwe” ji me re bişînin. Çi derûnnas, çi jî terapîstên gestaltê. Naskirina wan a fermî nebe, ew nikarin bi me re bixebitin. Helbet ev ne bi dilê me ye lê em mecbûr in. Cezayê wê heye ku li hin eyaletan ev sê sal zîndan e.

didome

06.07.2022

Darius Winzer

© Alle Rechte vorbehalten für Derûn Akademie gUG (haftungsbeschränkt) i.G., Interkulturelle Psychologie-, und Beratungsakademie

Freigegeben von Darius Winzer, 28.03.2023, Protokoll-Nr.: iG003

MEMBER LOGIN

Register

KAYIT OL

ÜYE GİRİŞİ

Zaten bir hesabım var

YENİ ŞİFRE

ÜYE GİRİŞİ